ابراج

 

العاب

 

صور

 

مسلسلات

 

افلام

 

فيديو

 

اغاني

 

الرئيسية

 

 
 
 
 
     
Filmê  Bexçên Bihişte TolhildanÇirokê bexçên Swîsra  

Filmê derhinêrê Kurd Mano Xalîl  „Bexçên Bihiştê, Çirokê bexçên Swîsra„ roja 6 Gulanê derbasî sinemayên mezintrîn bajarên Swîsra bibe. Destpêkê Gala film wê roja 5.Gulanê li paytexta Swîsra Bêrn bi Musik û şahî di Sînema CineMovie de seat 18.30 li dar xistin,.Bixwîne


     
Filmê „Davîdê Tolhildan“ li ser Ekranan televsîona îtalî a Swîsra temaşe bikin. 

Fîlmê derhênerê Kurd ji rojavaya Kurdistanê Mano Xelîl „ Davîdê Tolhîldan“  ku berí sé salan hetibu drxistin carek din dikeve ser ekranan de.Bixwîne


26 COTANÊ LI MAMOSTE Û AMOZEYÊN KURD PÎROZ BE 

Komîta Celadet ya hokirina zimanê kurdî , 26 meha cotanê(nîsanê) di sala 2006em de weke rojeke pîroz ragihand.. ku bibe Cejna mamoste û amozeyên kurd, ev roj bi bîranîna mamostê yekem ji zimanê kurdî re (mihreyê birêz Celadet Alî bedirxan ) li henkufî pîrozbahî û bîranînêye, lewra pêdivêye ku hersal  were pîrozkirin .. da ku mamosteyên me jî bi xwe zanibin erê ew jî ciyê rêzdariyêne , xwedî mafin û ked û xebata wanî di ber netewa wan û gellê wan de pîroze …  Bixwîne


     
Arşek Baravî : RONDIKÊN DEREWÎN 

22 cotanê roja rojnamegêriya kurdiye

Helwest di gorepana hişmendiyê de kordûnde maye, jîwer bê hedane û jînwar jî ji ber têkveçûna pêkoliyên gengaz .. rêjeyek ji temenê giranbuha ji hîzitiya xwe re kiriye gerew , şek û lincan laş û gewdeyê rasteqîniyê dane ber xwe û bi qasî hêlîna lamijekê( kêç-sipî-qijnik-gen…) di termê rasteqîniyê de .. bêyî êş û azar ne hiştine!!!  Bixwîne


ÊVARA HELBESTÊN ZARAVAYÊN KURDΠ

 Înstîtuya Kurdî li Stockholmê bi beşdariya helbestvanên kurd ên ji zaravayên cuda êvara helbestên kurdî li dardixe. Di Êvara Helbeta kurdî de her helbestvanek ê bi dewlemendiya zaravayê xwe bi deng û awaza xwe helbestên xwe pêşkêş bike.   Bixwîne


     

weşanên nû : kitêba şeşemîn ya nivêskarê genc Kovan Xankî derheq rexneya edebiya kurdî dihêt weşandin

Kitêbeka nû ya nivîskarê genc Kovan Xankî ku kitêba wî ya şeşemîne derheqa rexneya edebiya kurdî bi navê "kaxezên rexneyî, xwendinên pêkhateyî – sîmantîkîne ji bo çend tekstekên edebî" li Dihok/ Kurdistanê hat weşandin.Ev kitêb "175" peran dinava xwe de himbêz dike,   Bixwîne


     

    Dilêrê Kurd: BAVÊ  AZAD  TÊKOŞEREKΠ CEGERSOZ    Û  BI  MIRWET BÛ

BAVÊ  AZAD mirovekî  gelek hişmend û giran buha  bû ,têkoşerekî cegersoz û bi mirwet bû , bi bîr û bawerî bû ..gelek caran hatibû girtin û işkencekirin , dergehê mala wî ji her kesî re û ji her karî re ..vekirî bû,çi civakî û çi welatparêzî .. û çi erkên wekî dî  ..Berî here ser dilovaniya xwe .. nexweş bû çûbû bajarê Şamê, ji bo xwe naşî bijîşkan û Nûşdaran bide , piştî vegeriya hat .. Bixwîne


     
Ehmedê Huseynî : Çanda sexte

Bandora perwerdehiya dagîrkeran, şûnşopa dijwar a çanda serdestan, hewldanên rêbazane yên talankirina giyan û laşê ziman, çand, kesayetî, bîr û bîreweriya mirov û civaka kurd û valakirina civakê ji naveroka kultûra wê ya gelmper û dîrokî, lawazkirina bîra wê ya resen û li gorî berjewendiyên xwe yên dagîrkerane ji nû ve çêkirina mirovê kurd, hin ji serencamên berdest û berhest û berçav ên prosesa têkçûn û veguherîna civaka kurdistanê ne. Bixwîne


     
pêşeroj cewherî : Kûçik goştê hev naxwin

Berê pêşiyên me di gotin kûçik gotşê hev naxwin, ev peyva wan ne di hat ser bala min û bawerî kesî pê nedikir. Lê gava ev rûdan li ber çavên me qewimî û hat çesipandin, me nih bawriya xwe pê anî … û hat diyarkirin ku zargotinên miletan ne ji cihekî vala û pûç hatiye ,belê hinek ji hozanî û serpêhatiya gelane, weke dibêjin serpêhatî ji serboriyan hatiye. Ezmûna vê yekê li gundê me -çiya- rûda , gundê me çiya zom bû(şaneşîn bû) li ber pala pesar û zozna bû suriştiya wî buhişta feraşîna bû ,lê bextê meyî bedkar û bedyaom ew kiribû armanca keriyek ji kûçikên bejî û koviyan herdem êrîş didan me, nemaze gava roj diçû ava û şev di hat xwarê ,bi vî awayî me hergav pandiya xwe dikir da ko jîn û jîngeha xwe û mal û . Bixwîne


     
Ehmedê Huseynî : NûRoja we pîroz be!

Hêlînên dilên xwe, pencereyên kulên xwe  ji xwelibakirina perên ronahiyê re vekin û ji kevokên evînê re, ji mêkewên xewnê re û ji esmanê dîroka veçiryayî re, ji gurmîna Cûdiyî re, ji pirsên Herekolî re, ji derdkêşana Gebarî re, ji bindestiya Bagokî re, ji hişê Şahoyî re, ji keviyên asoyên Qendîlî û ji şînagirê Agirî re û ji nasnameya Tendûrekî re, beriya hûn parçeyên çirayên xwe yên şkestî berhev bikin, beriya hûn qederên xwe bi nav bikin, beriya hûn herikîna xwîna xwe bipesinîn, beriya hûn bêriya şehîdên xwe bikin,   Bixwîne


     
Ji Weşanên HAN: "Di nav henasên kovanan de"

Dîwana nû ya helbestvan Mizgîn Hesko ji nav Weşanên HANê derket.Dîwana nû ya helbestvan Mizgîn Hesko  ya bi navê "Di nav henasên Kovanan de" ji nav Weşanên HAN derket. Ev sêyemîn dîwana  Misgîn Hesko ye û herdu dîwanên wê yên berê niha weşandî  "Tîpên Evînê" (Avdara 2007 li çapxana Bafe) û "Asoyekî tijî Endeko"  (Tîrmeha 2008 ji Weşanên Han) ji aliyê xwendevanên Kurd dihête zanîn.  Bixwîne


     
Ejder Şêxo : Kurtenameyek e dilsojane bo Rezoyê Osê 

Min dixwest vê nameyê berî çend rojan, dema tu ji hespê jiyanê peya bûyî û bi dilekî   şkestî ber bi taristanê ve çûyî, ji te re binivîsînim, lê dizên xewna me ya mezin nehiştin, rê nedan min ne ez têra xwe bigirîm û ne jî dilê xwe ji bayê qederê re vekim û pê re jî silavekê li bîranînên xwe û te bikim.Wê sibeha ku te xatir ji hezkiriyên xwe,   Bixwîne


     
Zîmara mihre Rizo Osê 

Ne hemû roj bi tîrêjên hêviyan dest pê dibin..lê - hemû roj bi gef û fort û berhemgariyan despêkerin .Dema ku hay û hest ji hev belav dibin,yadîgarî xwe di kuşe û qurçikên nejbîriyê de vedişêrin .. daku kêferata hay û hestan radiweste, dil û hiş vediwesin.., yadîgarî ji nû ve bi bîranînan re xwe didine der… ango viyanê bi şêna mirovî şa dikin, havil di êş û jana xwe de ji ber,  Bixwîne


     
Ehmedê Huseynî : Qendîlos Ocalanos

Baskên xwe yên ji çurîskên êşê, di esmanê sedsalan de, di hişyariya hetavên westiyayî de wek ku tu çiyayan nabînî, vegire!

Wek dijminekî li deryayê binêre, pêlên aziryayî bixwîne, perdeya ewran veçirîne, serçavkên baranê bikuje, di şevistana dirêj de, li wateyên nenas ên hebûnê, tenhatiyê, evînê,berfê, xwînê,  li egerên tarî û ronahiyê bigere! Bixwîne


     
pêşeroj cewherî : Melê welat çî

Gundê me gelekî xweş û rinde navê gundê me rojava ye hemî derdor û sînorên me xweziya xwe bi me tînin ji hemi hêlan têkiliyên civakî û mirovatî gelekî xurtin di navbera şênî xweciyên gunde çi kêşe beyda nabin û eger peyda bibin jî bi şêweyekî lezgîn çareser dibin û bi vî awayî nav û dengekî mezin vedaye rojekê ji rojan gava mirovek ji gund derdiket û bi geştekê diçû riyeke dûr dem berî demê di xwest vegere mala xwe divê jîngeha xweşde çîneke mezin ji xwendevan û rewşenbîra di jiyana gunde binijî rewşa gundê me serobin bû çimkî mele hest bi yekê kir ku stêra wî roj bi roj melûl dibe di asîmanê gunde . Bixwîne


     
Rojnameyên Kurdî 

''Rojnamegerî bingehake herî xorte ji bo avakirina lengerên şaristanî û avabûnê'' …….. ……   N. Ponepert.  Rojnamegerî nêrîn û ramana gel e,  daxwaz pêdivî û armancên netewî diyar dike û dide xuyan. Sed û Yazda salan berê, di rewşa neçariyê de, li Misirê ''Qahîre" şahsîwarê peyvê, mîrê gewre Midhat Bedirxan dest davêje pênûsa xwe ,Bixwîne


     
KOMÇETEYÊN ÇANDA KURDΠ

Sedemên paşketina çand û wêjeya kurdî pirrin , sincî û reftarên toreyî ji ber wan azirîne, çiku avruwa zimanê kurdî a evra .. bi arava pîlanên neyaran hatiye şuştin .. û jana êşêd birînên evê wêjeya birîndar bi girrav û desşo û çirava kîn û dexsê .. bi destê sîxor û altaxan hatiye dermankirin, lewra birînên ziman lê hilperikîne ,  Bixwîne


     
Pirtûka Eşîra Bêrtiyan derket!  

Pirtûka lêkolînî ya bi navê  Eşîra Bêrtiyan ya nivîskarê Kurd  Ayhanê Bêrtî  ji nav Weşanên HANê derket.Pirtûka lêkolînî ya bi navê  Eşîra Bêrtiyan ya nivîskarê Kurd  Ayhanê Bêrtî  ji nav weşanên HANê derket. Pirtûk 6. berhema lêkolînî  Bixwîne


     
Dr. Îbtîhal Elxetîb  : PÎZOTÊN DILÊ MIN Wergerandin: Zagros Osman

Di navbira axaftina min de, bi qûtabiyên min re, yên di  beşê wêje û hunerî de, jibo şaristanî û hunerên Hindistanê yên gewre, gengeşe vebû , û gotinê ez birim, da ku ez lêvegerandinek bi şewat bi durûna xwe re bikim ,  û (ez) çiqasî ji daniştinên lêvegerandinên  durûnî heznakim , çiqasî ez ji gera di hinavên dilê xwe de di qeherim ,ev navxweyî çiqasî sore û xwînîye û dilkutokiye û bi êşe û bi kîne û evîndare û serserîye û bizdoke !! , ew jî berovajîye ,Bixwîne


 
 

>>>>>

Video

Bavê teyar fitwa 2010

Nehwend - Ne ji te be

Evîna Welat - şevê

Helbest

Fatma Kurd - Amûdê

MÎNA TALIYÊ

Silavek ji te re Newroz


QEDERA SERSERÎ


Newroz û esmer


Qamişlo xewne


Eyi Keca kurda


 Dilopên çavên kêliyê


ÎSKEÎSKA BEXTÊ PÎNEKIRÎ


Gulnar Elî : Keval

Hevpeyvîn

Li Ser Helbestê bi Helbestkar Ehmed Huseynî re Hevpeyvîn

hevpeyvînek bi Mehmûd Ebdellah re

hevpeyvînek bi arşek baravî re

Shano

Şanoya bavê teyar

Kawa şêxê

Rêziman

Ferhenga Almanî-Kurdî

Arşek baravî

Pirtûka  ZARÊ ZÊRÎN beşê yekem PDF


 

Arîşa (aloziya) tîpa  /y/ di axaftin û rênivîsa kurdî de


ABC ya kurdî

MEWLUD BI KURDÎ

Rêbera zimanê kurdî 


Lêkolînên rêzimanî

Wêne

Wênên Folklora kurdi


Wênên Newrozê

 

 
 

E-mail    info@amouda.com

Webstats4U - Free web site statistics